Çile 13, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi Necîb Mîqatî ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê digel Serokwezîrê Karrêkxer ê Libnanê hevdîtin pêk anî

Li gorî rapora IRNA'yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku çûye Beyrûtê, roja Îniyê di hevdîtina bi Necîb Mîqatî Serokwezîrê Karrêkxer ê Libnanê da, li ser meseleyên navçeyî û dualî pê ra gotûbêj kir.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha di press konferansa hevpar digel Ebdullah Bûhebîb Wezîrê Karên Derve yê Libnanê da ku li Wezareta Karên Derve ya vî welatî hat lidarxistin, got ku wî û hevpîşeyê xwe yê libnanî di warên cûr bi cûr da gotûbêj kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî pîrozkirina sala nû ya mîladî li gelê Libnanê, got: Komara Îslamî ya Îranê dosta Libnanê ya rojên dijwar bûye û dê hebe.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha li Beyrûtê bi Ziyad Nexale Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv