Çile 11, 2023 14:36 Asia/Tehran
  •  Edmîral Îranî: “Divê em ji xala berevanîyê va êrişî dijmin bikin”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “Em ji bo parastina cîgeha xwe di bazineya hêz û şîyanê da, divê ji xala berevanîyê va êrişî dijmin bikin.”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê edmîral Îranî got: “Heke em bixwazin cîgeha xwe di bazineya hêz û şîyanê da biparêzin û ev dara kokvedayî ya 1400 salî bihêz bimîne, me ti rêyek bilî berevanîya ji bawerîya xwe û êrişa ser dijmin a ji xala berevanîyê va tineye.”

Edmîral Îranî got: “Dijmin roja îro tenê pişta xwe nekutaye alavan û ji bo xurtkirina bawerîya hêzên xwe kar dike.” Wî dîyar kir ku roja îro têkoşerên îranî li kûratîya Oqyanûsa Aramê (Atlantîk) erka xwe bi cih tînin û ala Komara Îslamî ya Îranê li wir bilind kirine.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “Doktorîna Komara Îslamî ya Îranê ya berevanîyê ser bingeha berxwedana giran a gel û şîyanên xwecî hatîye darêştin û Komara Îslamî ya Îranê ji dema Berevanîya Pîroz û şerê sepandî yê heştsalî yê rejîma Seddam va, hewcedarîyên xwe bi saya karayî û potansîyelên xwecî dabîn kirîye.

 

 

Serepeyv