Çile 08, 2023 17:45 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem li Îranê; 'Maseya Xizmetê' bo kêmîneyên dînî hat danîn

Hevdem digel destpêbûna sala nû ya mîladî û bi mebesta rêzgirtina li civata Xirîstiyaniyan, bo cara yekem 'Maseya Xizmetê' ji bo kêmîneyên dînî li sê parêzgehên Îranê hat danîn.

Hucet ul-îslam Ehmed Salihî Serokê Navenda Peywendiyên Gelanî ya Serokkomartiya Îranê, roja Yekşemiyê bi boneya destpêbûna sala nû ya mîladî û bi mebesta rêzgirtina li civata Xirîstiyaniyan û hevdîtina digel nûnerine kêmîneyên dînî, çû Dêra Vartanê Pîroz li Tehranê û tevî pîrozkirina sala nû ya mîladî, silava Seyid Îbrahîm Reyîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê gihande wan.

Di vê rêûrismê da, Elîreza Fexarî parêzgarê Tehranê û hinek ji nûnerên kêmîneyên dînî ji wan "Xaroçîn" nûnerê keşe Metranê payebilind û endamên Konseya Xelîfetiyê ya Ermeniyên Tehran û bakurê welêt beşdar bûbûn.

Di destpêka vê rêûrismê da, xwendina diaya rebanî bi amadebûna Serokê Navenda Peywendiyên Gelanî ya Serokkomartiya Îranê û parêzgarê Tehranê pêk hat.

Hevdem digel vê rêûrismê, bo cara yekem Maseyên Têkiliyê (Xizmet) ji bo kêmîneyên dînî li sê parêzgehên Tehran, Îsfehan û Azerbaycana Rojava ji bo çareserkirina vê çîn û qata civakê bo heyama du rojan hatin danîn.

Bi vê yekê, kêmîneyên dînî ji bo çareserkirina mesele û pirsgirêkên xwe di babetên cûr bi cûr da dikarin serî li Kilîseyên Vartanê Pîroz (Tehran), Klûba Araratê (Îsfehan) û Salûna Civînan a Aşûriyan (Ûrmiye) bidin.

 

Serepeyv