Çile 07, 2023 18:38 Asia/Tehran
  •  Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê: “Armancên Meşqa Zulfeqar-1401’ê pêk hatin”

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Di Manovra Zulfeqar-1401’ê ya Artêşê da ku bi saya alavên xwecî û şîyana hêza mirovî hat lidarxistin, hemî armancên dîyarkirî pêk hatin.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Emîr Sertîp Kîyûmers Heyderî amajeyî pişikdarîya yekîneyên zêrêhî, topxane, peya-mekanîze û xwefirr di Manovra Zulfeqar-1401’ê ya Artêşê da kir û got: “Hêza Bejayî ya Artêşê bi saya cihanîna taktîk û teknîkên nû nemaze di warê xwefirr û balafiran di vê manovrê da, ber û layeke din a şîyan û potansîyelên xwe ray da.”

Emîr Sertîp Heyderî dîyar kir ku Manovra Zulfeqar- 1401’ê di cûreya xwe da bêmînak e û got: “Hêza Hewayî ya Artêşê cara yekê karî ku operasyona rabûn û danînê ya helîkopterên Kobra û alavhilgir û hêzhilgir ser paporan bi awayekî serkevtî li perrvên Mekranê bi cih bîne ku ev operasyona hevdudanî ya digel Hêza Deryayî ya Artêşê, beşeke şîyana çiqa helîkopteran a Hêza Hewayî ya Artêşê nîşan da.”

Manovra hevpar a Zulfeqar-1041’ê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di 29ê Kanûnê da li deverên başûr-rojhilat û perravên Mekranê dest pê bû û di 3ê Çileyê da bi dawî hat.

 

 

Serepeyv