Çile 07, 2023 17:25 Asia/Tehran
  •  Çaremîn civîna vekolandina dosyeya terorkirina Serdar Sulêymanî li Tehranê

Alîkarê Karûbarên Navneteweyî yê Saziya Dadweriyê û Sekreterê Erkantiya Mafên Mirov a Îranê got: Civîna çarem a komîteya hevpar a lêkolîna dadweriyê ya Îran û Iraqê derbarê vekolandina dosyeya terorkirina serdar sipehbod Qasim Sulêymanî dê li Tehranê were lidarxistin.

Li gorî rapora Fars News'ê, Kazim Xerîb Abadî Alîkarê Karûbarên Navneteweyî yê Saziya Dadweriyê û Sekreterê Erkantiya Mafên Mirov a Îranê got: Di vê civînê da tevî venihêrînek li ser cihanîna biryarên sê civînên lidarketî, belge û zanyariyên nû û temamker jî derbarê dosyeya terorkirina serdar sipehbod Qasim Sulêymanî di navbera desteyên dadweriyê yên Îran û Iraqê dê bên vekolandin.

Wî got: Ji ber ku lêkolînên aliyê îranî derbarê vê dosyeyê bi dawî hatine, daxwaznameya sizayê bi armanca vekolandina sûc û tawanên destûrder, sebebkar û cihênerên vê cinayetê di her astekê da dê heta dawiya Çileya 2023an were raberkirin.

Serdarê sipehbod Qasim Sulêymanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 3ê Çileya 2020î di halekî da ku li ser vexwendina fermî ji aliyê rayedarên Iraqê va serdana vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî El-Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên xwe di encama êrîşa asimanî ya ji aliyê hêzên amerîkî yên destdirêjker û terorîst va li nêzikî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.

 

Serepeyv