Çile 07, 2023 14:27 Asia/Tehran
  • Îran tev li Koma Xwediyên Navenda Ceribandina Qirêjkeriya Matorên Dîzêlî bû

Yekim Navenda Ceribandina Qirêjkeriya Matorên Dîzêlî li şîrketa IDEM’ê ya Tewrêzê hat avakirin da ku Îran jî tev li koma welatên xwediyê vê teknolojiyê bibe.

 Endazyarên îranî yên ciwan bo dîzaynkirin û avakirina Navenda Ceribandina Qirêjkeriya Matorên Dîzêlî du salan hewl dane û pirraniya sîstemên pîvandin, têsta matorê û pîverên qirêjkeriyê yên vê navendê ji aliyê pisporên navxweyî ve hatine dîzaynkirin û berhemanîn.

 Ji niha û pê ve her cure ceribandina qirêjkeriyê li gor pîvanên Euro-5’û Euro-6’ê yên matorên dîzêlî yên berhema Îranê cih tê.

 Dijminên gelê Îranê ji dema serketina Înqilaba Îslamî va hertim bi boykotên zalimane li dû derbelêxistina li aboriya welêt in û hemî pêşe boykot kirine, lê gelê Îranê heta niha bi palpiştiya berhemanîna navxweyî li hember van komployên dijminan sekinîye.

 

Serepeyv