Çile 05, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Edmîral Tengsîrî: Dijmin ji Îrana bihêz û serbixwe ditirsin

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin ji Îrana bihêz û serbixwe ditirsin.

Edmîral Elîriza Tengsîrî, Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di merasima salvegera şehîdên pilebilind, serdar Sibehbod Qasim Silêmanî, fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, Ebûmehdî Muhendis, alîkarê serokê Heşdi Şeibiyê û hevrêyên wan li serokerkantiya hêza deryayî ya Sipahê li Bender Ebasê li başûrê Îranê herwiha got: Dijmin ji Îrana bihêz û serbixwe ditirsin û her ji ber vê yekê plana tirsandina ji Îranê li dar xistin ku dinyayê dijî Îranê rakin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Îro têkoşerên fîdakar ên Komara Îslamî, qahêm û bihêz û bi wêrektî bona parastina çavkaniyên pergala Komara Îslamî û berjewendiyên xelkê wêrek ê Îranê li Kendava Farsê, Tengava Hormizê û avên derveyî sînorên welêt, rawestane û wê kêliyekê li hember dijminan xafil nebin

 

Serepeyv