Çile 05, 2023 16:59 Asia/Tehran
  •  Welayetî: Peywendiyên Îran û Rûsiyê xurt, stratejîk û ber bi berfirehbûnê ne

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da got: Peywendiyn Îran û Rûsiyê niha di asta herî baş da ne.

Elî-Ekber Welayetî Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da di hevdîtina digel Sergey Baburin Alîkarê berê yê serokê Dûmaya Rûsiyê da li Tehranê bal kişande ser qewimîna şerê Ukraynê û got: Amerîka û NATO sebebkarên sereke yên berfirehbûna pevçûnan in; cîhana îro êdî yekcemserî nîne û ji bo welatên serbixwe girîng e ku haya wan ji bandora Amerîka û NATO'yê li navçeyê hebe.

Welayetî derbarê Qefqaza Başûr jî got: Hema wisa ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir, Komara Îslamî ya Îranê ti gherînekê li sînorên niha qebûl nake û bêguman ewlehiya navçeyê divê were parastin.

Baburin jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji ber serdana bo Tehranê û hevdîtina digel Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da, amaje bi peywendiyên xurt, nêzik, stratejîk û di halê pêşketinê di navbera Îran û Rûsiyê da kir û got: Rûsiye di mijara bêbandorkirina boykotan dikare tecrubeyên Îranê bi kar bîne û hevkariyên Îran, Rûsiye û Sûriyê bingeheke binirx ji bo cîhana çendcemserî ye.

Vî siyasetvanê ûris got: Peywendiyên Îran û Rûsiyê dostane û nêzik in û îdeyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêkanîna şaristaniyeteke îslamî ya nû gelekî girîng in û prensîbên exlaqî û mezhebî di pergala siyasî da berçav girtine.

Wî got: Armanca serdana min bo Îranê beşdarya di civîna navneteweyî ya sêyemîn salvegera serdar sipehbod Qasim Sulêymanî ye ku bi rastî kesayetiyekî gelekî girîng û bibandor bû û li Rûsiye û Îranê wek qareman tê naskirin û hemî cîhan pê dizane ku Amerîkayê ev kiryara terorîstî pêk aniye û amerîkî ji wan Trump bi caran derbarê vê mijarê mukur hatine.

 

Serepeyv