Çile 04, 2023 13:38 Asia/Tehran
  •  Asta bazirganiya derveyî ya Îranê ji 88 miliyar dolarî derbas bû

Gumrika Îranê ragihand: Asta bazirganiya derveyî ya welêt ji destpêka sala 1401ê (21ê Adara 2022an) heta 10ê meha Dêyê (31ê Kanûna 2022an) gihîşte zêdetirî 88 miliyar dolarî ku anegorî vê heyamê di sala derbasbûyî da sedî 17 zêde bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê li gorî amara Gumrika Îranê, Asta hinardekirina kelûpelên ji bilî niftê ji welêt ji 21ê Adara 2022an heta 31ê Kanûna 2022an gihîşte 97 miliyon û 843 hezar tonî bi bihayê 43 miliyar û 88 miliyon dolarî ku ji hêla giraniyê va sedî 2 û ji hêla biha va sedî 19 anegorî vê heyamê di sala derbasbûyî da zêde bûye.

Her wiha ji 21ê Adara 2022an heta 31ê Kanûna îsal, 28 miliyon û 180 hezar ton kelûpel bi bihayê 44 miliyar û 337 miliyon dolar bo nav welêt hatine îdxalkirin; di vî warî da jî ji hêla biha va sedî 14,7 û ji hêla giraniyê va sedî 10 zêdebûn hatiye tomarkirin.

Di vê heyamê da kelûpel û berhemên Îranê bi rêzê herî zêde hinardeyî welatên Çîn, Iraq, Tirkiye, Imarat û Hindê hatine kirin.

Her wiha bi rêzê herî zêde ji welatên Imarat, Çîn, Tirkiye, Hind û Almanyayê kelûpel û berhem derbasî welêt hatine kirin.

 

Serepeyv