Çile 02, 2023 14:00 Asia/Tehran
  •  Yekem keştiya 6500 kantîn a başûrê rojhilatê Asyayê gihîşte peravên Çabiharê

Rêveberê Giştî yê Bender û Keştîvaniyê yê Sîstan û Belûçistanê ragihand ku yekem keştiya kantînerî ya bi TEU 6500 kantînan bi pêkanîna servîsa rêkûpêk a geştên rasterast ji başûrê rojhilatê Asyayê gihîşte peravên Çabiharê.

Li gorî rapora ISNA'yê, Qasim Eskerî Rêveberê Giştî yê Bender û Keştîvaniyê yê Sîstan û Belûçistanê bi gotina vêya ku yekem keştiya kantînhilgir bi TEU 6500 kantînan ji başûrê rojhilatê Asyayê gihîşte bendera Şehîd Bihiştî ya Çabiharê, got: Bi armanca behrewergirtina guncan ji binesazî, alavên benderî û potensiyelên bendera Çabiharê û berfirehkirina operasyona kantînerî û destragihîştina xwediyên kelûpelan bo şebekeya veguhestina deryayî ya kantîneran, pêkanîna hêlên rêkûpêk ên keştîvaniyê ji bendera Çabiharê û bo bendera Çabiharê ket rojeva vê rêveberiyê.

Rêveberê Giştî yê Bender û Keştîvaniyê yê Sîstan û Belûçistanê her wiha got: Bo vê mebestê û li gorî liyektêgihîştina pêkhatî digel Koma Keştîvaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê, servîsa rêkûpêk a keştiyan ji başûrê rojhilatê Asyayê û di dewamê da bo benderên din ên navçeyê ket dewrê û keştiya yekem bi kapasîteya TEU 6500 kantînî, roja Şemiyê, 31ê Kanûna 2022an, gihîşte bendera şehîd Bihiştî ya Çabiharê û derdem operasyona valakirina wê dest pê bû.

 

Serepeyv