Boykotkirina Radyo û Televîzyona Îranê, nîşana dîktatoriya dijî Înqilabê ye
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê got: Boykotkirina Radyo û Televîzyona Îranê, temsîla eşkere ya dîktatoriya dijî Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.
Peyman Cibillî, Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê derbarê dîktatoriya medyayên dijberê Nizama Komara Îslamî ya Îranê got: Paradoksên eşkere navbera slogan û parktîka dawakarên azadiya raderbirîn û demokasîyê û parastina rêz û hurmeta civakê de tê dîtin ku yek ji mînakên wê, boykotkirina Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê û binpêkirina mafên mirovan ji hêla Amerîkayê va ye ji ber ku Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê medyayeke neteweyî ya welatekî serbixwe ye û li gor hewcemendî û rewşa civak û welêt, bernameyan berhem tîne û bi ragihandinên xwe, alîkariya pêşketina welêt dike.
Cibillî teqez kir: Dema saziyên serdetîxwaz ên rojavayî û navneteweyî dest bi boykotkiria Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê dikin, nîşan didin ku ev dîktatorî û binpêkirina îdiayên azadiya raderbirînê ku bi salan guhê cîhanê kerr kiribûn, pir rehet diqewmin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) televîzyona Press TV’yê û xebatên weşana têkildarî Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê û kesayetî û saziyên îranî boykot kirine û şîrketa Fransî ya Eutelsat‘ê jî ragihand ku hemî xebatên weşanên têkildarî Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê rawestanine.