Çile 01, 2023 17:48 Asia/Tehran
  •  Setlayta Xeyyam'ê wê du hefteyên din bi tamî bikeve qada operasyonê

Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê got ku Setlayta Xeyyam'ê dê heta du hefteyên din bi tamî bikeve qada operasyonê. Wî her wiha got: Me heta niha dîmenên rengî û gelekî bi kualîte ji navçeyên cûr bi cûr ên welatê xwe ji Setlayta Xeyyam'ê wergirtine.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Husên Delîriyan Rawêjkarê Serokkomar û Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê di axaftineke li nav nûçegihanan da, amajeyî rewşa herî dawî ya Setlayta Xeyyam'ê kir û got: Hema wisa ku hûn dizanin Setlayta Xeyyam'ê setlayteke nirxandina ji dûr û bi şiyana wênekişandina ji ser Erdê bi diqeta yek metrê ye ku di Tebaxa 2022an da ji baregeha fezayî ya Baykonûrê (Baikonur li Qezaqistanê) û mûşeka setlayhilgir a Soyuz'ê bo fezayê hat avêtin û bi awayê serkeftî di xolgeha Erdê da cih girt.

Wî got: Niha Setlayta Xeyyam'ê di xolgeha 500 kîlometriyab Erdê da cih girtiye û pêvajoyên wergirtin û cihanîna fermanan û şandina zanyarî û wêneyan bo navendên Rêxistina Fezayî ya Îranê yên li ser erdê didomîne.

Delîriyan her wiha got: Pisporên fezayî yên welatê me hewil dan ku pêvajoya cihgirbûn û testên teknîkî yên setlaytê di heyameke kurt da bi cih bînin da ku daneyên bi dîmen ên vê setlaytê bileztir bigihêjin ber destê me. Wî got: Bi şikra Xwedê ev armanc niha pêk hatiye û di pratîkê da setlayt di heyama du hefteyên bê da dê hemî testên xwe bi dawî bîne û bi tamî bikeve warê operasyonê.

Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê di dewamê da got: Me heta niha wêneyên rengî û gelekî bi kualîte ji navçeyên cûr bi cûr ên welatê xwe ji Setlayta Xeyyam'ê wergirtine û hinek ji van wêneyan pêvajoya Kalîbrasyonê jî derbas kirine û heta ji bo hin berpirsan jî hatine nîşandan.

 

Serepeyv