Çile 01, 2023 15:07 Asia/Tehran

Alîkarê Hevahengker ê Rêxistina Besîca Mistezefan tekez kir: Rêbaza Hecî Qasim ayîdî hemî azadîxwazên cîhanê ye.

Civîna hevfikirînê ji bo pêkanîna bereya berxwedana medyayî bi mijara şehîd serdar Hecî Qasim Sulêymanî roja Yekşemiyê bi beşdariya medyakaran hat lidarxistin.

Li gorî rapora Iran Press'ê, Di vê rêûrismê da serdar sertîp duyemê pasdar Husên Merûfî Alîkarê Hevahengker ê Rêxistina Besîca Mistezefan kesayetiya serdar Sulêymanî şirove kir û got: Rêbaza serdar Sulêymnaî tenê taybetî Îranê û gelê Îranê nîne; belkî ayîdî hemî azadîxwazên cîhanê ye.

Merûfî her wiha got: Şehîd Sulêymanî rê neda ku dijmin têkeve nav welêt.

Alîkarê Hevahengker ê Rêxistina Besîca Mistezefan her wiha got: Gelê Îranê di warê yekitî û hişmendiyê da gelekî serkeftî ye, yanî li her cihekî ku berjewendî û baweriyên wî bikevin ber xeterê, ji her qewm û mezhebê ku be, digel rêberiya Welayeta Feqî li hember dijmin serî hildide.

Merûfî got: Îstikbar dijmina gelê Îranê ye, ji ber ku gel sozdarê ramanên xwe ye.

 

Serepeyv