Kanûn 28, 2022 19:39 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Dijmin di bûyerên vê dawîyê da tûşî işkestê bû

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî amajeyî ajaweyên li welêt kir û got: “Dijmin di bûyerên vê dawîyê da bi hemî hêza xwe hat meydanê , lê têk çû.”

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî Serdar Serleşker Hisên Selamî got: “Dijmin di bûyerên vê dawîyê da bi hemî potansîyel û ezmûnên xwe hatin meydanê, lê tûşî işkestê bûn.”

Wî herwiha got: “Heke Îranê ezmûneke ji berê va tinebûya, dê himberî gefên hevgav û berdewam asê bibûya.”

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî dîyar kir ku roja îro agirê nakokî û bêtifaqîyê berbûye canê dijminan, got: Dijmin bêrêzîyê li hev dikin, ew têk çûn û hêrs bûne.

Birêketina ajaweyên vê dawîyê bi heceta candayîna Mehsa Emînî’yê li Îranê bû sedem ku dijminên Komara Îslamî ya Îranê careka din ewan weke derfetekê ji bo destwerdana di karên navxweyî yên Îranê û handana zêdetir a ajaweyan bi kar bînin.

Serepeyv