Kanûn 28, 2022 18:28 Asia/Tehran
  •  Daxwazên ji derve ji bo tamîrkirina keştiyan li Îranê zêde bûne

Hevdem digel tamîrkirina keştiya 320 hezar tonî ya gelekî mezin li hundirê welêt, pisporekî tamîrkirina keştiyan got: Daxwazên ji derveyî welêt ji bo tamîrkirina keştiyên mezin û biçûk li qadên tamîrkirina keştiyan li Îranê zêde bûne.

Li gorî rapora IRNA'yê, rojên derbasbûyî bi operasyoneke dijwar "Docking"a (tamîrkirin) duyemîn keştiya 320 hezar tonî ya nifthilgir li ISOICO'yê pêk hat. Ev keştiya nifthilgir ayîdî Kompaniya Neteweyî ya Nifthilgira Îranê û ji cûreya 'Nifthilgira Gelekî Mezin' e ku 333 metr dirêjahiya wê ye û dikare barekî bi giraniya 320 hezar tonî hilgire.

Ev operasyona Docking'a keştiyan bi vê ber û layê li hundirê welêt cara duyem e ku pêk hatiye û heta beriya niha keştî ji bo tamîrkirinê bo qadên tamîrkirina keştiyan (Yard) li derveyî welêt dihatin şandin.

Di vî warî da rêveberekî çiqa tamîrkirinê di Navenda Çêkirina Keştiyan û Pîşeyên Dûr ji Peravê ya Îranê (ISOIC) li navçeya Bender Ebasê got: Her çend ku tamîrkirina keştiyan li Çînê bileztir û erzantir e; lê niha Îran anegorî Behreyn, Oman û Imaratê dikare xizmetine erzantir û bi kualîteya bilindtir di warê tamîrkirina keştiyan da raber bike.

Wî got: Niha nîvê kapasîteya me ji bo tamîrkirina keştiyên welatên din hatiye terxankirin û hevdem gelek daxwazên derveyî ji bo tamîrkirina keştiyan hene û keştî di rêzê da ne da ku dor bigihêje wan; keştiyên di dorê da jî ji aliyê Deryaya Sipî va tên.

Hêjayî gotinê ye, tamîrkirina keştiyan pêwîst e û eger temenê keştiyekê di bin 10 salan da be, her 5 salan carekê û eger ji 15 salan zêdetir be, her 2 salan carekê divê heyameke tamîrkirinê derbas bike.

Serepeyv