Kanûn 22, 2022 14:34 Asia/Tehran
  •  Sîstema piştevaniya ji kar û pîşeyên înternetî li Îranê (1649) hat damezirandin

Wezîrê Têkilîgirtin û IT'yê yê Îranê qala damezirandina Sîstem û Navenda Têkiliyê ya Piştevaniya ji Kar û Pîşeyên Înternetî kir û got: Kesên ku di vî warî da pirsgirêka wan heye, dikarin digel vê navendê bikevin têkiliyê an jî bi rêya serlêdana li sîstemê wê yekê bişopînin.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Îsa Zarê'pûr Wezîrê Têkilîgirtin û IT'yê yê Îranê piştî bidawîhatina civîna dih a Taxima Dewletê, got: Navenda Têkilî û Sîstema Piştevaniya ji Kar û Pîşeyên Înternetî bi mebesta şopandina pirsgirêkan hat damezirandin. Hejmara têkiliyê ya vê navendê 1649 û adresa wê jî 1649.ir e.

Wezîrê Têkilîgirtin û IT'yê yê Îranê got: Hemî piştevaniyên ku ji aliyê dewletê va hatine pesendkirin û şêwazên wê di wê sîstemê da hatine û bi rêya têkiliya digel Navenda Têkiliyê dikarin bên şopandin û eger pirsgirêkek hebe were çareserkirin.

Zarê'pûr got: Hin hêsankarî jî ji bo van kar û pîşeyan hatine dabînkirin ku di vê sîstemê da dikarin bên şopandin.

Zarê'pûr di beşeke din a axaftina xwe da got: Li gorî amara Binyata Neteweyî ya Lîstikên Komputerî, derdora 30 miliyon Gêrymer (lîzerên komputerî) li welêt hene ku derdora 1,5 saet (93 deqîqe) di roj da dilîzin; sozeke serokkomêr di hilbijartinê da ev bû ku em dema derengiya lîstikan kêm bikin da ku leza lîstikan were zêdekirin û min jî di Hefteya Dewletê da soz da ku em ê heta dawiya payîzê pêngaveke bingehîn di vê rêkê da rakin.

 

Serepeyv