Kanûn 21, 2022 19:53 Asia/Tehran
  •  Xwendekarên biyanî cejna 'Şeva Yeldayê' li Birca Mîladê ya Tehranê li dar xist

Xwendekarên biyanî yên li zanîngehên Îranê, cejna 'Şeva Yeldayê' li Birca Mîladê ya Tehranê li dar xist.

Rêûrisma cejna Şeva Yeldayê bi beşdariya berfireh ji aliyê xwendekarên efxanistanî, pakistanî, hindî û erebî ji zanîngehên Xwarezmî, Xwace-Nesîr û Ehli Beytê yên Îranê li Salûna Se'dî ya Birca Mîladê ya Tehranê hat lidarxistin û komeke xwendekarên navneteweyî bi xwendina helbestan nemaze yên Hafizê Şîrazî di vê rêûrismê da, coşa wê zêdetir kir.

Şeva Yeldayê an jî "Şeva Çileyê" ji cejnên îranî yên herî kevn e ku ji bav û kalan wek mîrate bi cih maye û ev şev ji hemî şevên salê dirêjtir e.

Şeva Yeldayê di rastiyê da ji dema avabûna rojê di roja herî dawî ya payîzê yanî 30ê Meha Azerê dest pê dike û bi hilatina rojê di yekem roja demsala zivistanê yanî 1ê Meha Dêyê bi dawî dibe.

Şeva Yeldayê li gorî salnameya Mîladî beranberî şeva 21ê Kanûnê ye ku helbet di salên Kebîse da (salên ku 364 roj in li gorî salnameya Koça Rojî) dibe 20ê Kanûnê.

 

Serepeyv