Kanûn 21, 2022 15:46 Asia/Tehran
  •  Destûrên derengmayî li Portala Neteweyî ya Destûran jixweber tên dayîn

Li gorî gotina Wezîrê Aboriyê yê Îranê, ji roja 20ê Kanûna 2022an va destûrên ku li Portala Neteweyî ya Destûran a Îranê li benda erêkirina saziyan mane, bi awayê jixweber tên dayîn.

Li gorî amara raberkirî ji aliyê Taxima nehîştina brokrasiyê heta niha 516 hezar daxwazên destûrê li Portala Neteweyî ya Destûran a Îranê hatine tomarkirin û 127 hezar destûran jî zêdetir ji moleta qanûnî ketine derengiyê.

Subhaniyan alîkarê wezîrê aboriyê yê Îranê li ser hêsankirina dayîna destûran, got: Dewlet ji derdora 14 sal beriya niha erkdar bûne ku rewşê ji bo dayîna destûran hêsan û zelal bikin.

Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di Gulana 2022an da qanûna hêsankirina dayîna destûrên kar û pîşeyê pesend kir.

Di vî warî da serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyid Îbrahîm reyîsî jî gotiye: (Hêsankirina derxistina destûrên kar û pîşeyê) Ev karek e ku bi paş da maye; me hin paşdamayîn di vê beşê da hene ku divê wan bicebirînin.

 

 

Serepeyv