Kanûn 19, 2022 15:58 Asia/Tehran
  • Çar têkoşerên Sipaha Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê şehîd bûn

Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Biryargeha Qudsê ya Başûrê Rojhilatê Îranê qala şehîdbûna çar têkoşerên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li navçeya Seravanê kir.

 

Biryargeha Qudsê ya Başûrê Rojhilatê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, vê sibê di kiryareke terorîstî û pevçûna pêkhatî di navbera komên terorîstî û hêzên Tîpa 44an a Qemer Benî Haşim a ser bi Sipaha Pasdaran, çar têkoşerên Sipahê li navçeya Seravanê ya li ser sînor şehîd bûn.

Ev daxuyanî her wiha radigihîne, Hebûna bi îqtidar û gullebarana giran ji aliyê berevanên ewlehiya Îranê bû sebeb endamên wê komê birevin nav axa Pakistanê.

Duh sînorvanên Henga Sînorî ya Seravana Îranê bi serdestiya îtilaatî rê li ber derbasbûna endamên koma dijuber û terorîstî ya birêxistinkirî bo nav welêt girt.

 

Serepeyv