Kanûn 19, 2022 13:04 Asia/Tehran
  • Hinardekirina kompot û xureka amade bo derveyî welêt sedî 50 zêde bûye

Di 8 mehên destpêka sala 1401ê (Koça Rojî) hinardekirina kompota mêweyan û xureka amade anku konservkirî bi giştî derdora 186 hezar û 255 tonî bûye ku li gorî 8 mehên destpêkê yên sala 1400î bi qasî sedî 50î zêde bûye.

Li gorî rapora Malpera 90'a Aborî, li gorî amarên gumrika Îranê, di 8 mehên destpêka sala 1401ê da hinardekirina kompot û xureka konservkirî (bi kodeya HS'a dureqemî ya 07 û 20) derdora 186 hezar û 255 ton bûye. Di halekî da ku di 8 mehên destpêka sala 1400î da ev reqem 124 hezar ton bûye.

Hêjayî gotinê ye, berhemên navbirî bo welatên Otrîş, Spanya, Australya, Stonî, Almanya, Inglîz, Îtalya, Îslend, Efxanistan, Tirkiye, Japon, Hind, Malezya, Norwêj, Qeter û Holend hatine hinardekirin.

 

Serepeyv