Kanûn 18, 2022 16:40 Asia/Tehran
  •  Karzanên IAEA'yê îro dê bigihêjin Tehranê

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ragihand ku tîmeke karzanên vê saziyê îro Yekşemiyê (18ê Kanûnê) ji bo çareserkirina mijarên mayî dê serdana Tehranê bike.

Li gorî rapora Fars News'ê, Piştî ku Rafael Grossi Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) îdia kir ku Komara Îslamî bi zûtî dikare madeyên qelaşhilgir bi rêjeya meyandinê ya guncan ji bo çêkirina çekan bi dest bixe, Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ragihand ku ji bo çareserkirina nakokiyan li ser şopa Uraniyûma ku tê îdiakirin li navendên navokî yên ranegihandî li Îranê hatiye dîtin, tîmekê dişîne Tehranê.

Lijneya Biryarder a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja 22ê Mijdarê di civîna xwe ya demsalê da ket bin zexta siyasî ya giran ji aliyê Amerîka, Inglîz, Fransa û Almanyayê û biryarnameyek li dijî çalakiyên navokî yên aştiyane ji aliyê Îranê va pesend kir.

Ev êsyemîn biryarnameya Lijneya Biryarder a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li dijî Îranê piştî cihanîna Lihevkirinnameya Navokî û girêdana dosyeya meseleyên îdiayî yên pergala çavdêriyê ye ku bi zexta Rejîma Siyonîst li Lijneya Biryar a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hat derxistin.

Di 19ê Hezîrana 2020î û 8ê Hezîrana 2022an da jî biryarnameyeke wiha ji aliyê sê welatên ewropî yên endamê Lihevkirinameya Navokî va û bi piştevaniya Amerîkayê hatibû pêşniyazkirin û pesendkirin; Lê biryarnameya sêyem pêka diduyên berê bi teqeziyeke tundtir li dijî Îranê û hevkariyên wê digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hat derxistin.

 

Serepeyv