Kanûn 18, 2022 15:29 Asia/Tehran
  •  Plana Bazdana Berhemanînê li 40 hiktar ji zeviyên dêm li Xorasana Bakur cih hat

Serokê Rêxistina Cîhada Çandiniyê ya parêzgeha Xorasana Bakur qala cihanîna plana Bazdana Berhemanînê li 40 hiktar ji zeviyên dêm li vê parêzgehê kir.

Li gorî rapora ISNA'yê, Muhemed Muhemedzade Serokê Rêxistina Cîhada Çandiniyê ya parêzgeha Xorasana Bakur her wiha amaje bi Plana 'Çandina bi girêbest' kir û got: Çandina bi girêbest li zeviyên gênim ên avî bi cih tê.

Muhemedzade bi gotina vêya ku ji bo cihanîna plana Mînaka Çandiniyê ji bo çandina dexl û danê, soza vê parêzgehê 67 hezar hiktar e, got: Heta niha ji bo cihanîna vê planê di 65 hezar hiktarî da dexl û dan hatiye çandin.

Li gorî gotina Serokê Rêxistina Cîhada Çandiniyê ya parêzgeha Xorasana Bakur, rûbera zeviyên çandiniyê li vê parêzgehê 435 hezar hiktar e.

Wî asta berhemanîna berhemên çandiniyê bi qasî miliyonek û 60 hezar tonî ragihand.

 

Serepeyv