Reyîsî: Hesaba dijmin di komploya vê dawiyê da şaş derket
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi besîret û kûrbîniya gelê Îranê, hesaba dijmin di komploya vê dawiyê da weke komployên berê şaş derket.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê di hevdîtina digel çîn û qatên gelê Nêybendanê li parêzgeha Xorasana Başûr a rojhilatê Îranê bi gotina vêya ku besîreta gelê Îrana Îslamî nexşeyên dijminan pûç kirin, got: Hegera vêya ku dijmin nikare tevî hemî komplo û fitneyan destdirêjiyê li vî welatî bike, hebûna gel di warên siyasî û civakî yên cûr bi cûr da ye.
Reyîsî bi gotina vêya ku li gorî amarên fermî salê bi sedan jin ji aliyê polîsê Amerîkayê va tên kuştin, got: Amerîka û hevpeymanên wê nikarin alîgiriya Mafên mirov bikin ku mînaka binpêkirina wê ya berbiçav, binpêkirina mafên gelên Filistîn û Yemenê yên bindest e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vêya ku koma DAIŞê ya terorîstî ji aliyê welatên rojavayî va hatiye çêkirin, got: Hegera gotina "Mirin bo Amerîkayê" ji aliyê gelê Îrana Îslamî va, pêkanîna cinayetên terorîstî û kuştina gelê bêguneh ji wan cinayeta terorîstî li Şahçiraxa Şîrazê (başûrê Îranê) ye.
Reyîsî bi gotina vêya ku pêvajoya pêşketinên Komara Îslamî ya Îranê dê neyê rawestandin, got: Bajar û welat bi destê mêr û jinên Komara Îslamî ya Îranê hatine avakirin û ji niha û pê va jî dê bên avakirin; ti hêviya me ji destên biyanî tune.