Kanûn 15, 2022 18:58 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Gel hêmana hêz û şîyana Îranê ya herî girîng e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hêmana herî girîng a şîyan û karînê li her welatekî ''Amadebûna gel li meydanên curbicur'' e û dijmin dixwazin ku vê hêmana şîyan û karînê sist bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reyîsî îro digel hejmareke wezîrên kabîneya xwe çû bajarê Bîrcendê navenda parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilatê welêt û di koma gelê wî bajarî da got: Welatan çek û rext hene û hêmana wan a herî girîng şîyana leşkerî ye, lê hêmana şîyanê ya herî girîng li Îranê ''Amadebûna gelê bawermend li meydanên curbicur'' e.

Reyîsî amajeyî dijminan kir ku hewil didin derbeyê li pêbawerîya gel himberî hikûmetê bixin û vîna giştî û yekitîya gel wek palpişta xurt a Îranê sist bikin û got: Ji destpêka Înqilaba Îslamî va, gel bi saya hişyarbûna xwe hemî komplo û fitneyên dijminan pûç kirine.

Serokê Dezgeha Dawerîya Îranê jî dîyar kir ku dijmin şerê hevdudanî yê giştalî û propaganda û hewleke rewanî ya gellekî giran dijî Îranê dest pê kirîye û got: Bi saya agahbûn û hişyarbûna gelê Îranê beşeke zêde ya komployên dijminan hatin pûçkirin.

Hucet ul Islam Xulamhisên Muhsinî-Êjêyî Serokê Dezgeha Dawerîya Îranê got: Dijmin xeyal dikir dikare ewlehîya Îranê têk bibe û heta piştî alozî û ajaweyan bi sepandina hin zext û zorên zêdetir li hin parêzgehan bû sebeb ku hin bûyer qewimîn lê bi saya hişyarbûna gel, beşeke zêde ya komployên dijminan hatin pûçkirin.

Herwiha Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Xewna serdestbûna dijmin li Îrana îslamî yê ti wextî serê xwe negire lê ew xeyala di hişê dijmin da heye û ji bo pêkanîna wê hemî şîyana xwe bi kar tîne.

Serdar-Serleşker Hisên Selamî Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro li bajarê Qumê li başûrê Tehranê got: Boykotên berfire yên ser Îranê da tên sepandinê, stiratêjîya herî wêranker in ku hejmareke welatan dikarin dijî milletekî bi kar bînin ku dijmin ev rêya jî ceriband lê ser neket.

Wî herwiha got: Dijmin hemî rê ceribandine ji dorpêça aborî bigire heta sepandina şêrr, belavkirina dîyardeya tekfîrê, operasyona rewanî û hewla ji bo tenêhîştina Îranê di sîyaseta navnetewî da, lê ti encamek bi dest nexist.

 

Serepeyv