Kanûn 15, 2022 16:15 Asia/Tehran
  •  Berhemanîna Polaya Xav li Îranê sedî 18 zêdetir bû

Rêveberê gişt ê Pîşeyên Madenê yê Wezareta Pîşekarî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Derfirotina çîmentoyê ji meha Ferwerdîn heta Mêhra îsal gihîşte 7 miliyon û 629 hezar tonî ku pêka sala par zêdetir bûye.

Li gorî rapora Fars News'ê, Seyfullah Emîrî Rêveberê gişt ê Pîşeyên Madenê yê Wezareta Pîşekarî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê  her wiha qala zêdebûna berhemanîna Polaya Xav (Crude steel) di 6 mehên destpêka îsal da (1401) bi qasî sedî 18 kir û got: Di 7 mehên destpêka salê da bi giştî 3 miliyon û 682 hezar ton Polaya Xav ji welêt bo derve hatiye şandin.

Rêveberê gişt ê Pîşeyên Madenê yê Wezareta Pîşekarî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Derfirotina çîmentoyê (sement) ji meha Ferwerdînê heta dawiya meha Mêhra 1401ê yanî ji 21ê Adarê heta 20ê Cotmeha 2022an gihîşte 7 miliyon û 629 hezar tonî ku li gorî sala berê sedî 3 zêde bûye.

Emîrî got: Berhemanîna vê madeya madenî ya gelekî tê bikaranîn bi kapasîteya berhemanîna 88 miliyon ton di salê da, di 6 mehên destpêka salê da gihîşte 32 miliyon û 13 hezar tonî.

 

Serepeyv