Reyîsî: Em ê pêşketina Îranê ranewestînin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku em ê bi ti awayî pêşketina welêt ranewestînin, got: Ev meseleya ku dijminan pêk aniye, tûşî berxwedana gel û bêhêvîkirina dijminan li seranserî welêt bûye.
Li gorî rapora IRNA'yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê wek yekem menzîla dora duyem a serdanên dewletê bo parêzgehan, dema daketina li balefirgeha navneteweyî ya Şehîd Kawe li Bîrcenda navenda Xorasana Başûr, got: Avedankirin û pêşketina Îranê dê berdewam be û ti wextî dê neyê rawestandin.
Reyîsî bi gotina vêya ku parêzgeha Xorasana Başûr nasyar bi parêzgeha Zanist û Çandê ye, got: Dewletê hertim bala xwe daye ser potensiyelên parêzgeha Xorasana Başûr.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevrê digel hejmareke endamên taxima dewletê vê sibê gihîşte Bîrcendê.