Kanûn 15, 2022 13:39 Asia/Tehran
  • Şibîkera Birca Kontrola Firrînê li Pêşangeha Asimanî ya Kîşê hat nimandin

Şibîkera Birca Kontrola Firrînê ya çêkirî ji aliyê li dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê li Girava Kîşê hat nimandin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Ev pergal ji bo fêrkirina kontrolkerên birca kontrol û çavdêriyê bi awayekî tam xwecihî hatiye plandarêştin û cihanîn.

Di vê pergalê da, Bircên Kontrola sereke li balefirgehên Mêhr Abad, Îmam Xumeynî, Meşhed û Girava Kîşê bi awayê sêrehendî (3D) hatine şibîkirin û hemî cîhazên hewce ji bo kontrolkerekê bircê ji bo fêrkirinê di xwe da dihewîne.

Radara Çavdêriya Firrînê, Pergala peywendiya bideng a VCS, Pergala Hewanasiyê ya METAR û E-strips'ê ji şiyanên vê şibîkerê ne.

Dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê bi beşdariya 80 kompaniyên navxweyî û 10 kompaniyên derveyî ji welatên Rûsiye, Çîn û Êtiyopiyê û bi raberkirina destkeftên xwe yên herî dawî di pîşeya asimanî da ji roja Sêşemiyê, 13ê Mijdara 2022an, li Girava Kîşê ya li Kendava Farisê dest pê kiriye û dê heta roja Îniyê bê domandin.

 

Serepeyv