Kanûn 14, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Hêzgehên gazê li Îranê bi sûdwergirtina ji şiyana navxweyî tên xurtkirin

Plana xurtkirina tûrbînên mezin li hêzgehên gazê yên welêt ji aliyê Lêkolîngeha Hêzê va bi awayekî serketî pêk tên.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Wezareta Hêzê (PAVEN.IR), Lêkolîngeha Hêzê bi piştevaniya Kompaniya "Binema-Pisporî ya Berhemanîna Hêza Elektrîka Tînê" û hevkariya kompaniyeke zanistbingeh û kompaniyeke berpirsa binesaziyên berhemanînê û hewcetiyên cihanîna bernameyê, plana navbirî di asta hêzgehên gazên yên welêt da xiste warê pratîkî.

Di vî warî da, Kompaniya zanistbingeh a Torbo Kompresor a Tek a Rojhilata Navînê (Turbotec) wek kompaniya hevkara teknolojiyê ya Lêkolîngeha Hêzê hat bijartin û Yekîneya 2 ya Kirmanê wek yekîneya pîlot ji bo cihanîna Plana Xurtkirina Yekîneyên Gazê bi şêwaza Jinûvaraçandina perikên neguhêr ên kompresora tûrbînê di şert û mercên hawîrdora germ (HAS) da hat bijartin û piştî sazkirin û testkirina amûran li vê hêzgehê, zanista teknîkî di vê planê da erêkirina herî dawî bi dest xist.

Heta niha projeyên serkeftî di warê xurtkirina hêzgehên gazê bi hevkariya kompaniya navbirî bi dawî hatine û hin projeyên binirx ji wan Xurtkirina pişkî ya xebata tûrbînên gazê û zêdekirina şiyana berhemanînê li hêzgehên Îsîn, Şîrwan, Şehîd Kave ya Qayînê, Kirman, Yezd, Bempûr, Xoy û Şehîd Recayî bi cih tên.

Xurtkirina esasî li yekîneyên gazê yên hêzgehên Kirman û Bempûrê di şert û mercên hawîrdora germ da û bi şêwaza jinûvaraçandina perikên kompresorê (HAS), pêşxistina teknolojiyên têkildarî jordabirina temen û xebata tûrbîna gazî ya NGT-150, jordabirina bingehîn a temen, şiyan û xebata tûrbînên gazê yên hêzgehan bi awayê hevdem ji bo sazkirina digel rewşa taybet di lûtkeya mesrefê ya şebekeya elektrîka Îranê da û zêdekirina temen û karayiya tûrbînên gazê yên v94,2 jî di projeyên din in ku bi cih tên.

 

Serepeyv