Kanûn 12, 2022 17:25 Asia/Tehran
  •  Fermandarên Hêza Bejahî yên Sipah û Artêşa Îranê civiyan

Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê civiyan û li ser berfirehkirina hevkariyên dualî axivîn.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Serdar sertîp Muhemed Pakpûr Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê bi amadebûna li ofîsa emîr sertîp Kiyomers Heyderî Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li ser mijarên herî girîng ên têkildarî ewlehiya welêt pê ra şêwirî.

Fermandarên Hêza Bejhaî yên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser hevgirtin û yekîtiya zêdetir, di warê ronkirina armanc û stratejiyên hêza bejahî di warên cûr bi cûr da şêwirîn.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hertim ji bo dabînkirina ewlehiya deverên sînorî xebateke serkeftî û bibandor hebûye.

 

Serepeyv