Kanûn 12, 2022 16:14 Asia/Tehran

Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) got: Bajarê Erdebîla Îranê ji ber hebûna şiyan û qabiliyetên xwe wek Paytexta Geştyariyê ya welatên endamê vê saziyê di sala 2023an da hatiye bijartin.

Xosro Nazirî sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) di hevdîtina digel berpirsê geştyarî û pîşeyên destî yê parêzgeha Erdebîlê, li bakûrê rojavayê Îranê, got: Armanca bijartina Erdebîlê wek Paytexta Geştyariyê di sala 2023an da bikaranîna potensiyelên bajarên tûrîstî yên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) ye.

Wî tevî amajeya bi qabiliyetên zehf ên geştyariyê li parêzgeha Erdebîlê, got: Biryar e bi zûtî Pêşangeha Erdebîl-2023an were lidarxistin û potensiyelên geştyariyê yên vê parêzgehê bên nasandin.

Wezîrên geştyariyê yên welatên endamê ECO'yê jî di civîna Cotmeha 2019an li Xocenda Tacîkistanê da ku ji bo berfirehkirina geştyariya hevpar di navbera welatên endam da hat lidarxistin, Erdebîl ji bo sala 2023an wek Paytexta Geştyariyê ya van welatan bijart.

Di çarçoveya Pêşangeha Erdebîl-2023an da hevdem digel destpêka sala nû ya mîladî, ev bajar dê mazûvaniya geştyar û mêvanên navxweyî û derveyî bike.

 

Serepeyv