Balyozê Çînê li Tehranê bo Wezareta derve hat bangkirin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina tawanên bêbingeh di daxuyaniya dawiyê ya çil û sêyemîn civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farisê, dayîna van cûre daxuyaniyan wek dubarekirina siyaseta 'Tirsandina ji Îranê' ya têkçûyî zanî.
Li gorî rapora IRNAyê, Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê daxuyaniya vê konseyê derbarê mijarên têkildarî bernameya navokî ya Îranê redkirî zanî û got: Welatên ku hemî hewla xwe ji bo serneketina Lihevkirinameya Navokî bi kar anîbûn, niha bi berçavnegirtina sozdariya tam derheqê Lihevkirinameya Navokî û qanûnên navneteweyî ji aliyê Îranê va, ji ber kiryarên Îranê yên rewa nerazî ne.
Kenanî amaje bi bangkirina balyozê Çînê li Tehranê bo Wezareta derve kir û got: Sê giravên îranî li Kendava Farisê beşeke cudanebûyî ji axa Îran ye ku her beşeke Îranê ti wextî mijara gotûbêja bi ti welatekî ra nebûye û dê nebûye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê her cûre îdiayekê li ser van giravan alozker, destwerdana li karên navxweyî û kewşena welatê xwe dizane û bi tundî wê şermezar dike.
Kenanî got: Balyozê Çînê jî tevî tekeziya li ser rêzgirtina welatê wî li yekparçetiya axa Komara Îslamî ya Îranê, tevî şirovekirina armancên serdana Şî Cînpîng serokomarê welatê xwe bo Riyazê, ev serdan bi armanca alîkariya bo aştî û aramiyê li navçeyê û sûdwergirtin ji gotûbêjê wek amûrek ji bo çareserkirina pirsgirêkan zanî.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji Konseya Hevkariya Kendava Farisê xwest stratejiyên xwe derheq mijarên navçeyî bide ber venihêrînê û rêyeke avaker bigire ber xwe.
Kenanî tekez kir: Îran tevî tekeziya li ser ewlehiya navçeyî ya bi çavkaniya hundirîn û berçavgirtina pîvanên navneteweyî, ti destwerdanekê di siyaset û bernameyên xwe yên berevanî û teknolojiyê da nahemilîne.