Reyîsî: Komara Îslamî ya Îranê zelalbûna lêzanînan kiriye prensîba xwe ya sereke
Serokê Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Li Nizama Komara Îslamî esas ev e ku gel ji lêzanînên heyî agehar bin.
Seyd Îbrahîm Reyîsî îro di civîna neteweyî ya jordebirina asta zelalbûnê got: Di Qanûna Bingehîn û qanûnên di rojevê de, biryar hatiye dayîn ku haya gel ji girêbest, peyman û xebatên aborî û civakî hebe, xêncî babetên ku li gorî gotina HZ. Elî (s) hitmala neçêbikaranîna wan ji aliyê dijmin va heye.
Reyîsî bal kişand ser rêzgirtina ji jiyana kesane û taybet di Komara Îslamî ya Îranê û got: Qanûna Bingehîn rêzê ji jiyana kesane ya mirovan digire, lê ji xeynî tişta ku di rewşa giştî ya civakê de heye ji wan biryardanên bo welêt û gel tam zelal e û ji wan parliman li Komara Îslamî ya Îranê ser esasa zelalbûnê pêk hat.
Wî bal kişand ser vê yekê ku di saziya kargêr de jî zelalbûn di karûbaran de esas hatiye girtin û destnîşan kir: Zelalbûn dikare bibe sedem hevrikîya rastîn ku hemî bikaribin zirûfên xwe ji bo kar û xebata baştir raber bikin û derfeta beşdariyê bi awayekî wekhev ji giştan re were dabînkirin.