Komeke ser bi alîyên dijber li bakur-rojavayê Îranê hat têkbirin
Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li parêzgeha Erdebîlê ragihand ku 3 endamên komeke ser bi alîyên dijî Înqilabê li vê parêzgehê hatin desteserkirin.
Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li parêzgeha Erdebîlê di daxûyanîyekê da raghiand: Wan kesana dil hebûn bi pêkanîna hin koman karên têkderane dijî ewlehîya netewî bikin, bi avêtina molotofan û agirberdanê cihên hikûmî û leşkerî xira bikin ku di encama pêngavên saybêrî û emnî da li parêzgeha Erdebîlê hatin desteserkirin.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Kesên hatine desteserkirin, bilî plankarîya bo têkdan û xirabkirinê, bi medyayên dijî Înqilabê ra ketibûn têkilîyê û bi rûpelên curbicur li şebekeyên civakî sûcên weke alozkirina raya giştî, belavkirina derewan, reşkirin û birêvebirina ajawegêran dikirin.
Birêketina ajaweyan bi heceta canjidestdayîna Mehsa Emînî'yê li Îranê careka din bû sebeb ku dijminên derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê ewê weke derfetekê ji bo destwerdana di karên navxweyî yên Îranê da û handana zêdetir a ajaweyan bi kar bînin