Kanûn 09, 2022 15:04 Asia/Tehran
  •  90 kompaniyên îranî û derveyî dê beşdarî pêşangeha asimanî li Kîşê bibin

90 kompaniyên îran î ûderveyî dê beşdarî yazdehemîn Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê li Girava Kîşê bibin.

Li gorî rapora IRNAyê, Di Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê da dê 80 kompaniyên îranî û 10 kompanî ji welatên Rûsiye, Çîn û Êtiyopiyê destkeftên xwe yên herî dawî di warê pêşeya asimanî da ji 13 heta 16ê Kanûna 2022an nîşan bidin.

Armanca lidarxistina Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê  bikaranîna derfetên li pêşber li berûlayên navxweyî û navneteweyî bi mebesta danûstandina navbera kompaniyên navxweyî û derveyî, raberkirina qabiliyet û pêşketinên Komara Îslamî di warê vê pêşeyê da û nasandina kompaniyên zanistbingeh e.

Cûreyên balefir, helîkopter û xwefirran, cûreyên alav û parçeyên pêşeya asimanî yên çêkirî li Îran û derve û raberkirina cûreyên xizmetên asimanî û asimangerriyê, amûrên balefirgehan, amûrên têkildarî çêkirina pilekan û kursiyên balefiran, nermalavên asimanî, benameyên zanistbingeh ên asimanî, şibîhkirinên firrînê karûbarîn helîkopteran, cûreyên berhemên çandîyîn asimanî dê li vê pêşangehê bên nîşandan.

 

Serepeyv