Kanûn 07, 2022 19:56 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: Roja Xwendekaran sembola naskirina dijmin e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Xwendekaran sembola naskirina dijmin, dijberîya hibmerî dijmin û zanebûn û hesta berpirsyarbûnê ya xwendekarên zanîngehan zanî.

Îro 7ê Kanûnê di rojhejêmra Komara Îslamî ya Îranê da, wek "Roja Xwendekaran" hatîye binavkirin.

Di 7ê Kanûna sala 1953an da, xwendekarên zanîngehên Îranê hevgavê seredana Îranê ya Rîçard Nîkson (Richard Nixon) Cîgirê Serokomarê demê yê Amerîkayê bi nîşana nerazîbûna hemberî destwerdanên Waşîngtonê di karên navxweyî yên Îranê da, li ber Zannîgeha Tehranê dest bi xwenîşandanê kirin. Leşkerên rêjîma pehlevî  ya kirêgirtî êrişî xwendekarên xwenîşander kirin, di encamê da 3 xwendekarên zanîngehê yên îranî hatin şehîdkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî di merasima Roja Xwendekarên Zanîngehê da ku li Zannîgeha Tehranê hat lidarxistin, ev roja wek roja hêvîyê ji bo welêt zanî û pêgirî kir ku ev roja sembola fikir, geşatî, pêşketî û têgiheştina şert û mercan û rewşê ji bo zanîngehan e.

Reyîsî pêgirî kir: Xwendekarên zanîngehan zêdetir û baştir meseleyên civakê dişopînin û ez têkilîya bi xwendekaran ra wek şanazîyekê ji xwe ra û derfetekê ji bo sûdwergirtina ji nêrîna bijareyan dizanim.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist ku roja îro zanîngehan derbe li dijmin daye û dijmin dixwaze nehêle ku xwendekar bi dû zanist û pêşketina di vî warî da be lê xwendekarên zanîngehan û mamostayên wan hewla dijmin pûç derxistin.

Reyîsî pêgirî kir ku ''Divê nerazîbûn werin bihîstin û em hertim ji bo bihîstina gotinên xwendekarên zanîngehan ciddî ne'' û got: Nerazîbûn ji ajaweyê cida ye; nerazîbûn dibe sedema sererastkirin û başbûna kar û baran û ajawe dibe sedema xirabkarî û bêhêvîbûnê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku ''Amerîkî bi dû xirabkirinê ne û ne Îraneke xurt belkî Îraneke xirab û kavilbûyî dixwazin'' pêgirî kir ku ew dixwazin Îran jî wek Efxanistan û Sûrîyê lê were lê hesabên şaş kirin û mêr û jinnê zane û têgihîştî yên îranî îzna vê yekê nadin wan.''

 

Serepeyv