Kanûn 02, 2022 20:04 Asia/Tehran
  • Îranî:

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Komkeştiyên Hêza deryayî ya stratejîk a Artêşa Îranê li gişt panavan berfireh bûye û şahrêyana aborî ya welêt ku skortkirina keştiyên bazirganî û nniftkêşan e xistiye rojeva xwe.

Li gorî rapora ISNAyê, Emîr edmîral Şehran Îranî Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di axaftina xwe ya beriya xutbeyên Nimêja Înê li Tehranê got: Hêza deryayî ya Artêşê bi sûdwergirtin ji şiyanên navxweyî û destkeft û amûrên herî dawî û tecrubeyên heşt salan Berevaniya Pîroz, hebûneke hertimî û şevûrojî li dûrahiya deryayan heye û memûriyeta xwe bi cih tîne.

Edmîral Îranî tekez kir: Du komkeştiyên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê aniha bi hezaran kîlometre dûrtir ji sînorên welêt li bakûrê Oqyanûsa Hindê û Deryaya Sor û li nêzikî dijminan, skortkirina keştiyên bazirganî û keştiyên niftkêş bi cih tîne da ku dijmin komployeke nû li dijî berjewendî û çavkaniyên gelê Îranê pêk bînin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li ser Dîplomasiya Deryayî jî got: Di warê dîplomasiya deryayî da peyama aştî û dostiya Îranê bo gelê welatên din hatiye ragihandin û bi piştevaniya gel, Hêza deryayî ya Artêşê tevî hebûna komplo û gef û boykotan îqtidara xwe di asta herî bilind da parastiye û bi amûrên herî lihevalyayî û pêşketî ku bi destê xortên wî bixwe tên çêkirin, li her cihekî ku av rê bide amade dibe û destûr ji ti welatekî nastîne.

 

Serepeyv