Kanûn 02, 2022 15:33 Asia/Tehran
  •  Beşdariya kompaniyên almanî yên mezin li bazara Îranê berdewam e

Serokê Odeya Hevpar a Îran û Almanyayê qala dewama beşdariya kompaniyên almanî yên mezin li bazara Îranê kir.

Ebaselî Qesa'î Serokê Odeya Hevpar a Îran û Almanyayê bi gotina vêya ku kompaniyên almanî yên mezin bi fermî li Îranê hene û ji Îranê derneketine, got: Her çend ku têkilî û bazirganiya kompaniyên almanî kêm bûye, lê van kompaniyan bi hêviya baştirbûna peywendiyên bazirganîyê şîrket û kedkarên xwe li Îranê parastine û li benda rojên baştir in.

Wî got: Ev çend sal in ku Almanya êdî wek yekem şirîka Îranê ya bazirganiyê nayê hesibandin û Çîn, Imarat û Iraqê pişkeke zêdetir a bazirganiya bi Îranê ra ji xwe ra terxan kiriye, lê hema wisa gelek kelûpelên almanî bê rêya kompaniyên sêyem ên navcî derbasî Îranê tên kirin.

Serokê Odeya Hevpar a Îran û Almanyayê bal kişande ser bandora helwêstên siyasî li ser peywendiyên bazirganiyê navbera du welatan da û got: Dewleta Almanyayê ya nû dewleteke hevpeyman e û berovajiya 20 salên derbasbûyî pêkhateyek ji partiyên çepgir, Kesk, Lîberal û sosiyalan e û raboiyê nîşan daye ku ev partî li ser mijarên civakî hestyartir in û ev dibe sebeb ku nearamiyên vê dawiyê li hin bajarên Îranê zêdetir ji berê li medyayên Almanyayê deng vedin û dewlet derheq vê dengvedanê hin helwêstan hilêxe.

Serepeyv