Kanûn 01, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila dijmin bizane ku ti cîgeha wî di dilê gel da tunebûye û dê tunebe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Bila amerîkî bizanin ku ti cîgeha wan di dilê gel da tunebûye û dê tunebe, ji ber ku çanda fîdakarî û berxwedanê li nav îraniyan bikok e.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li nav çîn û qatên gelê Parêzgeha Kurdistanê li salûna Azadiyê ya bajarê Sineyê got: Em li KUrdistanê berxwedan û têkoşîna gel dibînin, li hemberî komên dijî Înqilabê û dijminan; Berxwedana gelê vê parêzgehê mînak bûye, ji ber ku ji destpêka Înqilabê va heta niha komên dijî Înqilabê hin xeyalên xav hebûn û gel ew bêhêvî kirin.

Reyîsî her wiha got: Di çend mehên dawî da şaşitiyeke din di hesabên kiryarên xiyanetbar ên dijminan da hat tomarkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Bi salan e ku şîe û sune li Kurdistanê bi hev ra dijîn û dê îzna tevgerên nedin dijminan.

Reyîsî got: Morala fîdakariyê li nav hêzên leşkerî û îmtizamî yên vê deverê heye û rêya komplogeriyê li ser dijminan girêdaye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Bila nifta nû ya Kurdistanê bizane ku weke bav û dayîkên xwe dijminan bêhêvî dikin û ji bo pêşketina vê navçeyê dê pêngavên bilind rakin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku projeyên di halê cihhatinê bo geşatiya Kurdistanê divê bi zûtirkê bigihêjin encamê û got: Yek ji xwestekên gelê vê parêzgehê, beherwergirtina ji projeya rêhesina Têhran-Hemedan-Sineyê ye ku bi awayekî cidî tê şopandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser seredana xwe ya çend mehan berî niha bo balefirgeha Seqizê û diyar kir: Karên paşdemayî yên vê balefirgehê di halê cihhatinê de ne, tevî ku min teqez kiriye heta ev proje kuta nebûne, projeyên din neyên destpêkirin.



 

Serepeyv