Mijdar 30, 2022 18:27 Asia/Tehran
  • Wehîdî:

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê amajeyî rewşa emnî ya bajarên rojavayê welêt kir û got: Alîyên dijber, cidatîxwaz û terorîst ên derveyî welêt, bi dû têkdana aramîya wan bajarana ne.

Di rojên dawîyê da ajawegêr û têkderan hewil da ku rewşa hin bajarên rojavayê Îranê aloz bikin ku komploya wan bi saya hişyarbûna gelên wan bajaran hat pûçkirin.

Birêketina ajaweyan li Îranê bi heceta canjidestdayîna Mehsa Emînî`yê careka din bû sebeb ku dijminên Komara Islamî ya Îranê yên derveyî wê wek derfetekê ji bo destwerdana di karên Îranê da û handana zêdetir a ajaweyan bi kar bînin.

Ehmed Wehîdî Wezîrê Karên Hundur ê Îranê îro li rex civîna desteya wezîran li koma nûçegîhanan derbara hûrgilîyên lêkolînên Lijneya Lêkolînan a vê wezaretxaneyê da got: Ev komsyona mijarên weke "kesên tûşî zîyanê bûne, kesên bê guneh ên canê xwe ji dest dane û zîyana ajaweyan" dişopîne.

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê herwiha got: Para zêde ya xisarên ku di encama ajaweyên vê dawîyê da li gel ketine, bi destê ajawegêran bûye û heke kesek tûşî zîyanekê bûbe, bila ragihîne.

Wehîdî derbara vê yekê da ku 'kesên hatine desteserkirin ji kîjan welatan bûne?' got: Ew kesana ji welatên curbicur bûne, lê ya baş ew e ku amajeyî navê wan neyê kirin.

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê derbara pêngavên têkildarî cihanîna xala 27an a Qanûna Bingehîn a Îranê û lidarxistina kombûnên qanûnî da got: Komara Islamî ya Îranê ti pirsgirêkek digel lidarxistina kombûnê ra tuneye lê ya girîng ew e ku kî dixwaze kombûnê li dar bixe, di çi demekê da û plan çi ye û garantîya pêwîst hebe ji bo ku di çarçoveya hatîye ragihandin da were lidarxistin.

 

Serepeyv