Mijdar 25, 2022 11:49 Asia/Tehran
  • Îran di demajoya Kupa Cîhanî da rojê 250 milyon ton xwarekê dişîne Qeterê

Rojnameya Sun daily’yê nivîsî: Îran di demajoya pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2002 ya Qeterê da rojê 250 milyon ton xwarek dişîne vî welatî.

Serokê Rêxistina Pêşxistina Ticareta Îranê got:  Îran di demajoya pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2002 ya Qeterê da rojê 250 milyon ton xwarek û berhemên cotkarîyê bo vî welatî hinarde dike.

Elîriza Pêymanpak di vî warî da gotîye ku beşeke wan xwarek û berhemana berê jî bo Qeterê dihatin hinardekirin û Îran xwarek û berhemên cotkarîyê bilî Qeterê dişîne welatên cînar ên din jî.

Wî got: Zemîneya rêkevtinameyeke bi vî rengî di dema pişikdarîya vê dawîyê di nîşangehekê da li Duhayê pêk hat.

Serokê Rêxistina Pêşxistina Ticareta Îranê herwiha got: Pêşxistina ticareta digel welatên cînar yek ji sîyasetên sereke yên hikûmeta nika ya Îranê ye.

Wî herwiha got: Qeterê xeraca ku ji bazirgannê Îranê distand, gellekî kêm kirîye.

Kapa Cîhanî ya Fûtbolê ya 2022an a Qeterê roja Yekşemê dest pê bû û pêşbirka fînalê jî yê di 18ê Kanûnê da were lidarxistin.

 Qeter wek welatekî piçûk ku mazûvanîya vê dewra pêşbirkên Kupa Cîhanî dike, nikare xwareka pêwîst ji bo tîmên pişikdarê van pêşbirkana dabîn bike lewma beşeke vê pêwîstîyê ji welatên cur bi cur ji wan ên cînar dikire.

 

Serepeyv