Wezîrên derve yên Îran û Imaratê bi rêya telefonê axivîn
Tesrîn 24, 2022 09:31 Asia/Tehran
Wezîrên derve yên Îran û Imaratê di axaftineke telefonî da li ser rêyên berfirehkirina hevkariyên dualî û xurtkirina ewlehî û aramiya navçeyê şêwirîn.
Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan û Şêx Ebdullah Bin Zayîd Alê Nehyan wezîrên derve yên Îran û Imaratê derbarê derfetên hevkariya navbera Îran û Imaratê ji bo berjwendiyên hevpar şêwirîn û rêyên xurtkirina peywendiyên dualî dan ber venihêrînê.
Alê Nehyan di vê axaftinê da tekezî li ser xurtkirina xebata hevpar û hevkariya navçeyî û navneteweyî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçeyê kir.
Wî her wiha tekezî li ser hewildanên dîplomatîk ji bo "Misogerkirina serweriya welatan û piştevaniya ji qanûnên navneteweyî û rêziknameya NY" kir.
Serepeyv