Îslamî: Berhemanîna Uraniyûma sedî 60 dest pê kir
Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Berhemanîna Uraniyûma sedî 60 li navenda navokî ya Furdoyê dest pê kiriye.
Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê roja Sêşemiyê dema serdana bîstemîn pêşangeha Jîngehê li Tehranê derbareyê bersiva êxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê bo Biryarnameya Lijneya Biryarder a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê got: Zext û biryarnameya siyasî ti tiştekî naguherîne û derxistina biryarnameyê dê tûşî berteka cidî ya Îranê were.
Îslamî got: Di dema niha da zêde ji heft miliyon bermîl neft ji dema behrewergirtina ji Hêzgeha Bûşêhrê va kêmtir hatiye mesrefkirin û li gorî tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser bikaranîna enêrjiya pak, qanûnê armanca berfirehkirina hêzgehên navokî xistiye rojeva xwe da ku pişk û para enêrjiya navokî ya welêt bo sedî 20 zêdetir bibe.
Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Li Rêxistina Enêrjiya Atomê biryar e ku di du beşên berhemanîna elektrîkê ji teknolojiya navokî û çêkirin û pergalkirina hin amûran ji bo kêmkirina gemariyan bi taybet rêjavan pêngav bên rakirin.
Lijneya Biryarder a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê Pêncşemiiya hefteya derbasbûyî di civîna xwe ya demsalî da bi zexta siyasî ya giran ji aliyê Amerîka, Inglîz, Fransa û Almanyayê biryarnameyek li dijî çalakiyên navokî yên aştiyane yên Îranê pesend kir.