Mijdar 21, 2022 15:25 Asia/Tehran
  • Duyemîn barê erebeya îranî ya Tarayê bo Ermenistanê hat şandin

Alîkarê warê Derfirotin û karûbarên navneteweyî yê Koma Pêşeyî ya ÎranXodroyê qala şandina duyemîn barê vê komê ya pêkhatî ji Erebeya "Taraya Automatîk" bo Ermenistanê kir.

Emîrebas Fernûdî Alîkarê warê Derfirotin û karûbarên navneteweyî yê Koma Pêşeyî ya ÎranXodroyê got: Girêbestên ÎranXodroyê yên nû digel nûnerê Ermenistanê di Adara derbasbûyî da hatin girêdan û li gorî wê, yekem barê erebeyên berhemhatî li ÎranXodroyê pêkhatî ji Tara Automatîk û Dena Plus'a Automatîk bo vî welatî hat şandin.

Berfirehkirina danûstandinên aborî yên Komara Îslamî ya Îranê digel welatên serbixwe yên Berjwendî-hevpar ji girîngiyên Îranê yên herî pêşî ye û hevkarioyên dualî di warê veguhestin û tranzîtê da tev van welatan bi taybet piştî guhertinên vê dawiyê yên Jeopolîtîk, tûşî girîngiyeke zehf di warê berjewendiyên hevpar da bûye.

 

Serepeyv