Mijdar 13, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Hevdêtina nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi pêşnimêjê Înê yê Ehlî Sunneta Zahidanê re

Pêşnimêjê Mizgefta Mekkiya Zahidanê ya Îranê Ebdulhemîd Îsmaîzêhî û nûnerê Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî bi hev re civiyan û gotûbêj kirin.

Hecet-ul-Islam wel-muslimîn Mihemed Cewad Hac Elî Ekberî  bi nûneratiya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li gel heyeteke payebilind, çû parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê hevdîtinê ku nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilabê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê û hin ruhanî û mamostayên sunne jî amade bûbûn, bûyerên vê dawiyê li welêt û herêmê hatin hilkolandin û gotûbêjkirin.

Hac Elî Ekberî dê bi giregir, rûspî û girûpên cuda yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê re ser tedbîrên mezin ên rêberê bilindê inqilabê ji bo çareserkirina pirsgirêkên vê parêzgehê biaxivin.

Herwiha biryar e Hac Elî Ekberî bi malbatên qurbanî, mexdûr û ziyandîtiyên bûyerên dawî re jî hevdîtinê pêk bîne.

Piştî mirina Mehsa Emînî, hinek bajar ji wan Zahidan, bi sedema handana dijminên Komara Îslamî û medyayên dijî şoreşê, rûbirûyê aloziyan bûn.

Ajawegêran li Zahidanê zerer û ziyan gihandin cihên giştî û mal û milkên gelêrî. Herwiha terorîstan li hin bajaran hejmarek ji hêzên ewlehiyê û polîsên Îranê kirin armanc û ew şehîd kirin.

Serepeyv