Mijdar 09, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Li Zahidanê 2 endamên koma têrorîst a Ceyş El Zulmê hatin bidarvekirin

Hukmê îdamê ya 2 endamên koma têrorîst a Ceyş El-Zulmê bi tometa kiryarên terorîstî, çêkirina bêewlehiyê, teqekirina li hêzên polîs û şehîdkirina 4 sînorvanên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat cîbicîkirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriyê, yek ji tawanên van 2 terorîstan, gullereşandina li 4 personelên Parêzvanên Sînor ê Feracayê û şehîdkirina wan e.

Li gor belgeyên dosyeya van 2 kesan, di sala 2016ê de li çendîn operasyonên terorîstî li deverên sînorî yên Cebrûk û Ridikê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 4 endamên sinorvaniyê yên Feraca şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne û di sala 2017an de jî,di rewşa ku ev du kes li herêmên sînorî yên rojhilatê welat mijûlî sîxurîkirinê bûn û agahiyên yekîneyên leşkerî û întizamî kom dikirin hatin girtin.

Di qonaxên curbicur ên lêkolîna dosyayê de, ev her du terorîstên endamên koma têrorîst a Ceyş El-Zulmê, bi îtirafkirina hûrgiliyên çawaniya tevlîbûna xwe di nav vê girûpê û operasyonên ku tê de beşarî kiribûn, dosiyeya xwe kemilandin.

Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Zahidanê bi sûca encamdana kiryarên terorîstî û çêkirina bêewlehiyê û gullebarankirin û şehîdkirina 4 hêzên sînorparêz û birîndarkirina hejmarek ji karmendên Feracayê, cezayê darvekirinê li wan du terorîstan birî.

Serepeyv