Mijdar 06, 2022 22:46 Asia/Tehran
  • Di deriyê sînorên başûrê rojhilatê Îranê de barekî çek û cebilxane hate dîtin

Fermandeyê Sînor ê Polîsê Komara Îslamî ya Îranê (Feraca) ji dîtina karwanekî çek û cebilxane li dergehê sînorên başûrê rojhilatê welêt xeber da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, lserleşker  “Ehmed Elî Goderzî” fermandarê sînorî yê hêzên polîs ên Komara Îslamî ya Îranê got: hêzên sînorî yên firqeya sînorî ya Cekîgor a bajarê Rasekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê barek çek û cebilxane ku di otombîleke Toyota de veşartibûn û bi zîrekî hatibû bicihkirin keşif kirin û dest danîn ser.

Fermandeyê sinor ê hêzên polîsê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: 85 kolt û gelek şaneyên gulleyan di nav tirimpêla sotemeniyê ya desteserkirî de bûn hatin zevtkirin û şofêrê vê tirimpêlê jî hat girtin.

Serleşker Goderzî ragihand, piştî aloziyên vê dawiyê yên li hin bajarên Îranê, ev sêyemîn barê çek û cebilxaneya şer e ku ji aliyê hêzên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve hatiye dîtin û desteserkirin.

Serepeyv