Mijdar 03, 2022 23:30 Asia/Tehran
  • Sibê di merasima 13ê Abanê de gel wê têkçûna komploya Amerîkî-Siyonîstî bi beşdarbûna bi coş ragihîne

Sipahê pasdarên inqilaba islamî bi weşandina daxuyaniyekê, 13`ê Abanê pîroz kir û xwenîşandanên niştimanî yên sibê li seranserê Îrana Îslamî, meydana nîşandana dijminatiya neteweya Îranê li hemberî Îstikbara cîhanî û ragihandina têkbirina komploya vê dawiyê ya Amerîka-Siyonîst li şerê çend-alî da zanîn.

Li gor Fars Newsê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî di daxûyaniyekê de bi boneya bibîranîna 13`ê Abanê (4ê Mijdarê), roja niştimanî ya têkoşîna li dijî mîtîngerî û îstikbara cîhanî, roja 13`ê Abanê meydana berxwedan û dijminatiya gelê Îranê li hemberî Îstikbarê û meydana riswabûn û bêbextiya rejîma terorîst a Amerîkayê da zanîn.

Di beşeke vê daxuyaniya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî hatiye diyarkirin: Em spasiya Xwedayê mezin dikin ku inqilaba islamî û miletê mezin ê Îranê piştî heft dehsalan ji rûbirûbûna stratejî digel sîstema cinayetkar, mîtînger û terorîst a Amerîkayê; ala dijminatiya li hember Îstikbarê û eşkerekirina tawanên dijmirovî yên Koşka Spî li dijî gelên cîhanê rakiriye.

Ev daxûyaniya han zêde dike: Bûyerên sêalî yên 4ê Mijdarê (13 Abanê), ji sirgûnkirina Îmam Xumeynî (RE) di sala 1964`an de bi fermana Şah heta kuştina hovane ya xwendevarên şoreşger ji aliyê leşkerên rejîma Pehlewî û piştre jî desdanîna hemasî û şoreşgerî ya ser navenda sîxuriyê ya Amerîkayê li Tehranê, di sala 1979`an de ji aliyê xwendekarên ser riya Îmam Xumeynî (RE), ku roja 13`ê Abanê, wek roja neteweyî ya tekoşîna li dijî îstikbara cîhanî, di salnameya dîrokî ya welatê me de,hat tomarkirin, Ev bûyerên dîrokî bûn dersên mezin ji bo şiyarbûna civak û neteweyên din ên di bin serweriya Amerîka û bi saya vê yekê ew li hemberî siyaset û stratejiyên Amerîkayê yên şeytanî rabûn û bi vî awayî dijminatiya mîtîngerî û îstikbarê  di dîroka hevdem de cih girt, bi awayekî ku her roj em dibin şahidê rizgariya netewekê ji bin nîrê serdestî û îstikbara Amerîkayê û dibînin ku her roj erdnîgariya serdestiya wê li cîhanê biçûktir dibe.

Di vê daxuyaniyê de herwiha hatiye: 13 Abanê (4`ê Mijdarê) nîşana cinayetên Emerîkayê li dijî şoreş û pergala islamî ye û bi îzna Xwedê teala, miletê mezin ê Îranê sibê bi hêz, şoreşgerî, dijminşikinî û îlhamderî li seranserî welat  ji bo bîranîna vê roja mezin a Yewm-Ellah dê beşdarî xwenîşandanên bi coş bibin û dê fitneya amerîkî-siyonîstî ya ajawegêriyê ya di şerê tevlîhev û çend alî ya vê dawiyê têk biren û berxwedan û rawestana xwe li hember mîtîngerî û îstikbarê nîşanî cîhanê û hakimên xirab û rûreş û nezan ên Koşka Spî bidin.

Serepeyv