Mijdar 03, 2022 21:49 Asia/Tehran
  • Terorkirina pêşnimêjê mizgeftekê li başûrê rojhilatê Îranê

Rêveberê polîsê Sîstan û Belûçistanê yê Îranê got: Îro berî nimêja mexrîb û îşayê pêşnimêjê mizgefta Mûlay Muteqiyan li Zahidanê li başûrê rojhilatê Îranê ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin.

Serdar Ehmed Tahirî li hevpeyvîna digel nûçegihanê Fars`ê got: Îro berî nimêja mexrîb û îşayê, pêşnimêjê mizgefta Mulay Muteqiyan a Zahidanê, hujcetul-Islam Secad Şehrekî bi gulla terorîstan hat şehîdkirin.

Fermandeyê polîsê Sîstan û Belûçistana Îranê herwiha got: “Di lêkolîna destpêkê ya hêzên polîs de, hat dîtin ku çekdaran bi 2 otomobîlan, bi rûyê xwe yê nixumandî û bi tivinga kemberê ber bi ser û sîngê hucetul îslam Secad Şehrekî gulle berdan û ew şehîd xistin.

Serdar Tahirî diyar kir: Terorîstên çekdar piştî teqekirinê yekser ji navçê revîn û personelên ûrjansê jî hucetul îslam Şehrekî bi lez gihandin  nexweşxanê û lê ew ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Serepeyv