Mijdar 03, 2022 11:34 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina civîna dijî Îranê ya Konseya Ewlekariyê ji aliyê Çîn û Rûsyayê ve

Nûnerên Çîn û Rûsiyê kiryarên Amerîka û Albaniyayê li lidarxistina civîna nefermî ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî derbarê pêşhatên Îranê şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, nûnerê Çînê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li vê civînê ku pişkek ji hewildanên welatên rojavayî ye ji bo saxragirtina aloziyên vê dawiyê li Îranê, got: Mebest ji vê civînê raporkirina nefermî ji endamên Konseya Ewlekariyê re derbarê mijarên girêdayî aştî û ewlehiyê ye, lê bûyerên vê dawiyê li Îranê di çarçoveya mijarên navxweyî yên vî welatî de ne, nabe ku bikevin rojeva vê civînê.

Di vê civînê de nûnerê Rûsiyê jî ji ber mirina “Mehsa Emînî” dilgiraniya xwe nîşan da, lê ji bo nîşandana reftarên dualî yên welatên rojava, bal kişand ser mirina “Aşlî Babbitt”. Babbitt keçek bû ku di 6ê çileya 2021ê de di êrîşa li ser avahiya Kongreya Amerîkayê de ji hêla polîsan ve hat kuştin.

çêbûna aloziyên vê dawiyê di Îranê de bi behaneya mirina “Mehsa Emînî” careke din bû sedem ku dijminên derve yên Komara Îslamî ya Îranê van aloziyan ji bo destwerdan di karûbarên navxweyî yên Îranê û rakirina zêdetir a ajawegêran de bikar bînin bona zêdekirina aloziyan.

Serepeyv