Mijdar 03, 2022 10:08 Asia/Tehran
  • Danûstandinên ji bo betalkirina cezayan mijara axaftina telefonê ya Emîr-Ebdullahiyan û Borrell bû

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser geşedanên dawîn ên têkildarî muzakereyên betalkirina dorpêçan, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Komara Îslamî ya Îranê û şerê li Ukraynayê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Di vê pêwendiya telefonî de, Emîr-Ebdullahiyan li ser peyama Îranê bi riya Yekîtiya Ewropayê ji bo Amerîkayê, got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku bigihêje rêkeftineke baş, bihêz û bi îstiqrar.

Wî li bara hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê got: Rêkeftina hevkariyên baş û bihêz di navbera Ajansê û Îranê de tê cîbicîkirin.

Emîr-Ebdullahiyan li bara pêşhatên heyî yên li Îranê jî got: Helwestên tund ên hin berpirsên ewropî, bûne sedem tundûtûjî û teror li hundirê Ewropayê belav bibe û eva jî tê wê wateyê ku bi navê mafên mirovan ewlehiya Ewropayê ji aliyê hin serkirdeyên tundrew ên ewropî ve hatiye tehdîdkirin.

Wî bal kişand ser gotûbêja xwe ya telefonî ya vê dawiyê bi hevtayê xwe yê Ukraynayê re û careka din helwêstên prensîbî yên Komara Îslamî ya Îranê li bara şerê Ukraynayê û pêwîstiya bidawîanîna şer û damezrandina agirbestê dupat kir.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê amaje bi daxuyaniya berdevkê xwe kir û careke din êrişa terorîstên DAIŞê li bajarê Şîrazê şermezar kir û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên vê êrişa terorîstî re ragihand.

Borrell amaje bi hin helwestên rayedarên Ewropî jî kir ku ev yek wek reaksiyona raya giştî ya civakên Ewropî da zanîn ku ji ber raporên medyayê pêk tê.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê derbarê muzakireyên navokî de jî amaje bi peyama Îranê bo aliyê Amerîkayê kir û got: "Emê heta gihîştina rêkeftina dawî li ser hewlên xwe yên çêker berdewam bin û ji encamê jî geşbîn in."

Borrell lihevkirina di navbera Îran û Ajansê de gaveke ber bi pêş ve di riya hevkarî û bersiva pirsên Ajansê de bi nav kir.

Serepeyv